Barana gur a ku dawîya hefteyê li Amedê û navçeyên wî û li bajarên herêmê dest pê kir, îro jî bi bandor e.
Barana gur a ku dawîya hefteyê li Amedê û navçeyên wî û li bajarên herêmê dest pê kir, îro jî bi bandor e.
Barana gur a ku di saetên êvarê yên dawîya hefteyê de li Amedê dest pê kir roja yekşemê bandora xwe zêde kir û li gelek navçeyên Amedê yên wek Hezro û Bismilê, çem û qenal herikî.
Li navçeya Hezroya Amedê ji ber barana zêde ava çem û qenalên li navenda navçeyê herikîn û lehî rabû. Piştê lehîyê rêyên navçeyê ji trafîkê re hatin girtin.
Ji ber lehîyê li Hezroyê ti mirin û birîndarî çênebûn, lê zîyanên madî li hin mal û cîhên kar qewimîn. Rayedaran hişyarî da welatîyan ku bila baldar bin û ji herêmên ku lehî lê çêdibin dûr bisekinin.
Ji alîyê din ve li gorê daneyên rojane yên pêşbînîya hewayê yên Midûrîyeta Amedê ya Herêma 15emîn a Meteorolojîyê, hat ragihandin ku barana gur li Amedê û herêmê wê heta 21ê Mijdarê heta saetên şevê bi bandor be.