Li gor daxuyaniya Navenda Texmîn û Hişyarî ya Herêma Amedê ya Midûriyeta Herêma 15emîn a Meteorolojiyê, hat ragihandin ku li Amedê germahiya hewayê wê ji roja çarşemê pê va ji normên demsalî 4 an jî 6 pile be.

Tê texmînkirin ku li Amedê germahiya hewayê ya herî bilind a rojê di navbera 40-42 pile da be. Ji ber hewaya germ di ser normên demsalî re derbas dibe, hat destnîşankirin ku bi taybetî extiyar, zarok û welatiyên bi nexweşiyên kronîk ketine divê danê nîvro li hemberê germahiyê baldar û bi tedbîr bin.