Serokê Navçeya Baglara yê CHPê Recep Yavûz û Sekreterê Navçeyê Alaaddîn Erîşen, dîyar kirin ku bi hinceta ku ji alîyê Serokatîya Bajêr a CHPê ya Amedê ve li dijî rêznameyê kongreya navçeyê betalkirin e, wê dest bi greva birçîbûnê bikin.
Serokê Navçeyê Yavuz, di civîna çapemenîyê ya ku li avahîya CHPê ya Navçeya Baglara hat lidarxistin de axivî, dîyar kir ku kongre bi awayek derqanûnî hatîye betalkirin û wiha got: "Kongreya Asayî ya Serokatîya Navçeya Bağlara ya Partîya me CHPê, wê 27ê Îlonê roja Yekşemê bihata lidarxistin.
Lê me agahî wergirt ku Serokê Bajêr Abdullah Atik û 13 Rêveberên bajêr, bi awayekê der qanûnî biryar da ne û kongreya me hatîye betalkirin. Sedema biryara betalkirina Kongreya Navçeya Bağlara, wek ne danîna sindoqan hat nîşandan.
Lê di lîsteyên Nûnertîya Taxa ku wek Serokatîya Navçeya Bağlara tê binavkirin de, Îmze û mora Serokê bajêr yê CHP'ê Abdullah Atik û her wiha îmzeyên endamên Lijneya Rêveberîya Navçeya Baglarê jî heye.
" Yavuz da zanîn ku ew ê 3 rojan greva birçîbûnê li dar bixin û wiha got: "Ez bi raya giştî re radigihînim ku ji bo bibim dengê maf û gazindên endamên partîya me, ez ê ji îro pê de dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan bikim. Ger ev biryara antîdemokratîk neyê sererastkirin, ez ê greva birçîbûnê veguherînim rojîya mirinê."
RSS
Twitter
Facebook
Youtube
Google+
Instagram
KİME ÇALIŞAN GAZETECİLER?
Soyan kim?
Güç zehirlenmesi
Bu kışın ayazı çok olacak
DEDAŞ halktan ne istiyor? Bunun adı zulüm…
Diyarbakır’da kavşak karmaşası
Reyting uğruna kimse bunu yapmamalı…
Söylemeden olmaz, Afganistan’da ki gerçek
Bu nasıl bir kurumsallık
Umut ahlaki bir sorumluluk
Bu vahşet değil de nedir?
Aşı tercih değil, toplumsal sorumluluk