Rojnamevanên Mêrsînê, di derbarê 21 kesên ku 20 jê rojnamevan in û ên ku li Amedê hatin binçavkirin de daxuyanî dan.
Li ser navê rojnamevanan, Rojnamevan Gamze Şîmşek axivî û dîyarkir ku binçavkirinan, ji bo li dijî pîşeya rojnamevanîyê tê kirin. Şîmşek, dîyarkir ku li Amedê careke din derbe li pîşeya rojnamevanîyê hatîye xistin û wiha got; “Em zexta hikûmetê ya li ser karê xwe qebûl nakin. Di serdemeke ku heqîqet berovajî tê kirin de, zêdetir peywir dikeve ser milê rojnamevanan. Li Tirkîyeyê rexneyên herî biçûk jî weke hinceta lêpirsîn, binçavkirin û girtinê tê nîşankirin. Rojnamevanên ku îro jî li pey heqîqetê ne, weke bi dehan salan ji bo eşkerekirina heqîqetê bi şev û roj dixebitin.” Şîmşek di dawîya axaftina xwe de xîtabî hemû partî û sazîyên çapemeniyê kir û wiha got; “Em we vedixwînin ku hûn xwedî li rojnamevanîyê derkevin. Her wiha em bang li hikûmetê dikin ku dawî li zextên li ser karê me bîne û hevalên me yên ku li Amedê di girtîgehê de ne, bila bên berdan.”
RSS
Twitter
Facebook
Youtube
Google+
Instagram
KİME ÇALIŞAN GAZETECİLER?
Soyan kim?
Güç zehirlenmesi
Bu kışın ayazı çok olacak
DEDAŞ halktan ne istiyor? Bunun adı zulüm…
Diyarbakır’da kavşak karmaşası
Reyting uğruna kimse bunu yapmamalı…
Söylemeden olmaz, Afganistan’da ki gerçek
Bu nasıl bir kurumsallık
Umut ahlaki bir sorumluluk
Bu vahşet değil de nedir?
Aşı tercih değil, toplumsal sorumluluk