Qeza danê serê sibê li nêzê Wêranşarê ya navçeya Rihayê li ser rêya Riha-Mêrdînê pêk hat.
Hat îdîakirin ku otobusa rêwîyan li nêzê Wêranşarê li siwareyekê xist û ji ber derba qezayê otobus bi kêlekî qelibî benzînxaneyekê.
Li ser agahdarkirinê gelek tîmên tenduristîyê, polês û cendirme sewqê cîhê bûyerê hatin kirin.
Piştê kontrolên tîmên tenduristîyê hat dîyarkirin ku 2 kes jîyana xwe ji dest dane û 25 kes jî birîndar bûye. Kesên birîndar sewqê nexweşxaneyên Riha û Wêranşarê kirin.
Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Walîyê Rihayê Hasan Şildak di daxuyanîya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da wiha got, "Di encama qezaya ku serê sibê li ser rêya Riha-Mêrdînê li nêzê navçeya me Wêranşarê, otobusa rêwîyan û siwareyek li hev qelibîn, 2 welatîyên me jîyana xwe ji dest dan, 25 kes birîndar bûn.
Di nava birîndaran de rewşa wan ê giran tineye. Derbarê qezayê de lêpirsîna pêwîst hat destpêkirin."
RSS
Twitter
Facebook
Youtube
Google+
Instagram
KİME ÇALIŞAN GAZETECİLER?
Soyan kim?
Güç zehirlenmesi
Bu kışın ayazı çok olacak
DEDAŞ halktan ne istiyor? Bunun adı zulüm…
Diyarbakır’da kavşak karmaşası
Reyting uğruna kimse bunu yapmamalı…
Söylemeden olmaz, Afganistan’da ki gerçek
Bu nasıl bir kurumsallık
Umut ahlaki bir sorumluluk
Bu vahşet değil de nedir?
Aşı tercih değil, toplumsal sorumluluk