Li Amedê trafoyên elektrîkê yên li kêleka avahîyên li benda hilweşînê ne, welatîyan metirsyayî dike.
Li Taxa Şeyh Şamil a navçeya Baxlar a navenda Amedê ji ber ku trafoyên ceyranê li kêleka avahîyên ku zirareke mezin dîtine, dibe sedema qezayên elektrîkê û ev rewş welatîyan dixe nava fikaran.
Di nûçeya DîyarbekirYenigunê de şênîyên taxê dîyar kirin ku wan gelek caran serî li Şîrketa Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) dane lê ji bersiva wan nehatîye dayîn.
Ji niştecihên taxê Salîh Kaplan, dîyar kir ku stûnên ceyranê li kêleka malan in û her tim bi fikar dijîn û wiha got: “Trafo li kêleka xanîyên me ne. Li taxê hilweşîna avahîyên ku zirareke mezin dîtine dest pê kir û dema ku avahî hilweşîyan ceyrana me qut bû. Me piştê erdhêjê gelek caran ji DEDAŞ'ê xwest ku 'trafoyên li taxê bixin binê erdê', lê şîrketê bersiv neda daxwazên me. Em bang li rayedaran dikin ku di dema hilweşandinê de baldar bin.”
RSS
Twitter
Facebook
Youtube
Google+
Instagram
KİME ÇALIŞAN GAZETECİLER?
Soyan kim?
Güç zehirlenmesi
Bu kışın ayazı çok olacak
DEDAŞ halktan ne istiyor? Bunun adı zulüm…
Diyarbakır’da kavşak karmaşası
Reyting uğruna kimse bunu yapmamalı…
Söylemeden olmaz, Afganistan’da ki gerçek
Bu nasıl bir kurumsallık
Umut ahlaki bir sorumluluk
Bu vahşet değil de nedir?
Aşı tercih değil, toplumsal sorumluluk