33 SALE LI VÊ BAJARÊ DIJÎM
Şule Cevîz: “Ez 33 sale li vê bajarê dijîm. Kesên ku tên Amedê êdî ji Amedê dûrnamînin. Çalakîyên civakî li Amedê gelek in. Ji ber wê em gelek kêfxweş in ku li vê bajarê dijîn. “
EZ AMEDÎ ME
Merve Cevîz: “Ez jî 23 sale li vê bajarê dijîm. Raste dê û bavê min ji Behrareş in lê ez li vê bajarê ji dayîk bûme. Yanî ez jî Amedî me. Ez ji vê bajarê gelek hez dikim. Mirovên ku li vê bajarê dijîn gelek însanên baş in, dilgerm in û ez ji wan hezdikim. “
JI BO AZADÎYA JINAN
Jinên ku ji Amedê ne çalakîya xwe ji bo azadîya jinan pênase dikin. Kesên ku bi cilên Kurdî beşdarê çalakîyê bibûn jî hebûn. Banga jinên Kurdan jî rizgarîya jinan bû. Hêzên ewlehîyê derdorê çalakîyê dorpêç kiribûn û bi rêvebirê çalakîyê re hevdîtinan jî kirin. Her çiqas çalakîya jinan bi destûr be jî polêsan pankartên wan kontrol kirin. Piştê kontrolan çalakîya jînan bi daxûyanîyê destpêkir.
Jinên ku bi duçerxan li nav Amedê gerîyan bi parastina hêzên ewlehîyê ên trafîkê çalakîya xwe pêk anîn. Di dema çalakîyê da rê ji bo wan hat girtin. Kesên ku ji çalakîyê haydar nebûn, digotin qey bûyerek trafîkê çêbûye.
Piştê ku çalakvanên jin gihîştên qada Şêx Saîd, li wê qadê jî bi duçerxan çalakîya xwe bi lîlandinan berdewam kirin. Di dema çalakîya wan de hinek komên oldarî jî çalakîyek cûda pêk anîn. Hêzên ewlehîyê xwestin ku çalakîya xwe bi dawî bînin lê jinan gotin ku emê li vê qadê govenda xwe jî pêk bînin û piştê govendê emê belav bibin.
Çalakîya Jinên bi Sûs bi dirûşmeyan û lîlandinan bi dawî bû.
Haber Merkezi
RSS
Twitter
Facebook
Youtube
Google+
Instagram
KİME ÇALIŞAN GAZETECİLER?
Soyan kim?
Güç zehirlenmesi
Bu kışın ayazı çok olacak
DEDAŞ halktan ne istiyor? Bunun adı zulüm…
Diyarbakır’da kavşak karmaşası
Reyting uğruna kimse bunu yapmamalı…
Söylemeden olmaz, Afganistan’da ki gerçek
Bu nasıl bir kurumsallık
Umut ahlaki bir sorumluluk
Bu vahşet değil de nedir?
Aşı tercih değil, toplumsal sorumluluk