Di çarçoveya 1'ê Îlonê Roja Aştîyê ya Cîhanê de, ji Amedê ji bo rojnamevanên girtî kartên piştgirîyê hatin şandin.
Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) û Cemîyeta Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) bi munasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştîyê ya Cîhanê ji rojnamegerên girtî re kartên aştîyê şandin.
Berdevka MKGP’ê Roza Metîna dîyar kir ku li welatên hiqûq û demokrasî lê tune, nivîskar û parastvanên mafên mirovan di girtîgehan de ne. Metîna, wiha domand: “Li Tirkîyeyê kî bibe îktîdar, ji ewil çapamenîya azad hedef digire.
Ji ber qanûnên îktîdarê, ne kesên zirarê didin mirovan lê parastvanên mafên mirovan û rojnameger tên girtin. Bi awayekî neheq û derhiqûqî girtî ne.” Hevserokê DFGê Serdar Altan, dîyar kir ku wan bi munasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştîyê ya Cîhanê ji rojnamevanên girtî re qert şandin e.
Altan dîyar kir ku aştî û azadî ne dûr e û wiha got, "Em dibêjin çapemenîya azad nikare were bêdengkirin, wê çapemenîya azad binivîsîn e." Piştê axaftinan rojnamevanan qertên ku amade kiribûn bi rêya PTT'ê ji hevalên xwe yên girtî re şandin.
RSS
Twitter
Facebook
Youtube
Google+
Instagram
KİME ÇALIŞAN GAZETECİLER?
Soyan kim?
Güç zehirlenmesi
Bu kışın ayazı çok olacak
DEDAŞ halktan ne istiyor? Bunun adı zulüm…
Diyarbakır’da kavşak karmaşası
Reyting uğruna kimse bunu yapmamalı…
Söylemeden olmaz, Afganistan’da ki gerçek
Bu nasıl bir kurumsallık
Umut ahlaki bir sorumluluk
Bu vahşet değil de nedir?
Aşı tercih değil, toplumsal sorumluluk