Li Erxenîyê B.Y. yê temenê wî 2 sal û nîv e ji bo sinetkirinê biribûn nexweşxaneyê, di şûna sinet bikin de bi emelîyatê aloqên wî hatibû jê kirin. Derbarê bûyerê de vekolîn hat kirin û di derbarê 12 xebatkaran de lêpirsîn hat dest pê kirin.

Zarokê ku divê bihata sinet kirin, ji aloqê xwe ve emelîyat kirin. Piştê vê bûyera sosret û ecêb, malbatê li bijîşk û xebatkaran gilî kir.
Piştê vekolînên Midûrîyeta Tenduristîyê ya bajêr, ji serwîsa Urolojî, guh û poz û qirikê, bijîşk jî di navde derbarê 12 kesan de lêpirsîna îdarî hat destpêkirin.
Piştê ku malbatê gilî kir, diktoran hemû rapor û tetkîkên zarok xwestin. Parêzerê malbatê di demeke kin de dosya amade kir û ji dozgerîyê re pêşkêş kir.