Di bûyera ku di 2yê Hezîranê de li Dibistana Navîn a Walî Kûrt Îsmaîl Paşa ya navçeya Kayapinarê pêk hat de, hat dîyarkirin ku mamosteyê fizîkê A.A. û xwendekarê wî Û.Y.Ç di dema tûrnûvaya futbolê de bi gotinan nîqaş kirin e. Li gor nûçeya Dîyarbakiryenîgunê, hat îdiakirin ku mamoste A.A di dema nîqaşê de li xwendekarê xwe Û.Y.Ç xistîye. Bavê xwendekar H.Ç., dîyar kir ku wan ji nexweşxaneyê rapora derbekirina kurê xwe girtîye û dixwazin mamosteyê ku tundî li dijî kurî wî bikaranîye bê cezakirin. H.C yê bavê xwendekarê 12 salî, di daxuyanîya xwe de wiha got: “Mamoste bi neheqî li zarokê min xist. Dema ji dibistanê vegerîya ez û kurê xwe çûne Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî û derbarê lêxistinê de me rapor wergirtin. Me piştê raporê li mamoste gilî kir. Em dixwazin mamoste were cezakirin. Heqê tu mamosteyan tune ye ku li xwendekarên xwe tundîyê bikarbîn e. Em zarokên xwe dişînin dibistanê da ku perwerde bibe, lê belê rastê lêdanê tê. Em dixwazin ev sûc bê ceza nemîn e. Ez ê kurê xwe li dibistaneke din qeyd bikim." Rayedarên Midûrîyeta Perwerdeya Neteweyî ya bajarê Amedê agahî parve kirin ku derbarê bûyerê de lêkolîn tê kirin.
RSS
Twitter
Facebook
Youtube
Google+
Instagram
KİME ÇALIŞAN GAZETECİLER?
Soyan kim?
Güç zehirlenmesi
Bu kışın ayazı çok olacak
DEDAŞ halktan ne istiyor? Bunun adı zulüm…
Diyarbakır’da kavşak karmaşası
Reyting uğruna kimse bunu yapmamalı…
Söylemeden olmaz, Afganistan’da ki gerçek
Bu nasıl bir kurumsallık
Umut ahlaki bir sorumluluk
Bu vahşet değil de nedir?
Aşı tercih değil, toplumsal sorumluluk