Endamên Lijneya Kordînasyona Bajarê Amedê ya TMMOB'ê, dîyar kirin ku pîşeya wan tenê bûye wek rêbaza prosedurê û ji bo daxwazên xwe wê di 19'ê Îlonê de dakevin qadan.
Lijneya Kordînasyona Yekîtîya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) a bajarê Amedê, (ÎKK) bi sernavê "Em ji bo mafên xwe û siberoja xwe têbikoşin" li Şaxa Odeya Endezyarên Kadastro û Nexşeyê daxuyanîyeke çapemenîyê li dar xist.
Hevberdevkê Lijneya Kordînasyona Bajarê Amedê Alîcan Çetînkaya daxuyanî xwend û wiha got, “Pîşeya endezyar, mîmar û plansazên bajarvanîyê ku demekê yek ji pîşeyên serdemê bûn, a niha hema bêje daketîye asta herî binî. Digel ku em welatê karesatê ne jî, karûbarên endezyarî, mîmarî û plansazîyê, ku divê zêdetir girîngî jê re bê dayîn, tenê bûye wek karekî ji rêzê.”
Çetînkaya, anî ziman ku namzetên ciwan ên endezyar, mîmar û plansazên bajarvanîyê hêvîyên xwe winda dikin û yên ku karekî nabînin diçin derve yan jî karên din ên derveyî pîşeya xwe dikin û wiha got, "Pirsa me vala xwendîye!' dibe sedemê vê pirsê. di hişê bi sed hezaran endezyar, mîmar û plansazên bajaran de dîyar dibe."
Çetînkaya, da zanîn ku ew ê ji bo çareserîya pirsgirêkên xwe dengê xwe bilind bikin û wiha berdewam kir, "19'ê Îlonê, di Roja Hevgirtina Endezyar, Mîmar û Bajarvanan de, weke li hemû bajaran em ê li Amedê jî dakevin qadan û bi hêza xwe ya rêxistinî emê têkoşînê berfirehtir bikin."
RSS
Twitter
Facebook
Youtube
Google+
Instagram
KİME ÇALIŞAN GAZETECİLER?
Soyan kim?
Güç zehirlenmesi
Bu kışın ayazı çok olacak
DEDAŞ halktan ne istiyor? Bunun adı zulüm…
Diyarbakır’da kavşak karmaşası
Reyting uğruna kimse bunu yapmamalı…
Söylemeden olmaz, Afganistan’da ki gerçek
Bu nasıl bir kurumsallık
Umut ahlaki bir sorumluluk
Bu vahşet değil de nedir?
Aşı tercih değil, toplumsal sorumluluk