Li Taxa Koşklerê ya derdora Hala Kevin ya navçeya Yenîşehîra Amedê maweya valakirina bereqeyên ku 19 mal lê dijîn duh bi dawî bû.
Ekîbên Zabiteya Şaredarîya Yenîşehîrê ku di meha îlonê da çûn herêma ku girêdayê Midûrîyeta Tenduristîyê ye, kesên qu bereqeyan de dijîn hişyar kirin ku ji bereqeyan derkevin.
Piştê hişyarîyê, malbatên li bereqeyê dijîn bi daxwaznameyan serî li Walîtiya Amedê, Şaredarîya Yenîşehîrê û Midûrîyeta Tenduristîyê ya Bajar dan.
Lê heta niha tu bersiv nedane serlêdanê. Malbatên ku di bereqeyan de dijîn dîyar kirin ku zivistan li pêş e û ji ber ku piştê erdhêjê kêmasîya xanîyan heye, ji biryareke bi vî rengî fêhm nakin û wiha gotin, “Bi vê yekê dewlet me raste rast davêje kûçê.
Cîhê ku em herin tune ye. Li hemberê bereqeyan xanîyek ku zirareke mezin dîtiye û li kêleka wê jî lojmanên ku 35 sal berê hatine hilweşandin hene. Ew erdek bi qasê 6 donim e. Em fêm nakin ku çima dixwazin ev der bê valakirin, ku ev qas cîh heye. Em dixwazin dewleta me alîkarîya me bike. Ne cîhê me yê ku em biçin û ne jî pereyê me têra kirê heye.
RSS
Twitter
Facebook
Youtube
Google+
Instagram
KİME ÇALIŞAN GAZETECİLER?
Soyan kim?
Güç zehirlenmesi
Bu kışın ayazı çok olacak
DEDAŞ halktan ne istiyor? Bunun adı zulüm…
Diyarbakır’da kavşak karmaşası
Reyting uğruna kimse bunu yapmamalı…
Söylemeden olmaz, Afganistan’da ki gerçek
Bu nasıl bir kurumsallık
Umut ahlaki bir sorumluluk
Bu vahşet değil de nedir?
Aşı tercih değil, toplumsal sorumluluk