Rêjeya zamê ya fermî ku wê li mûçeya memûr û teqawîdan bê kirin hat dîyarkirin.
Rêjeya zamê ya fermî ku wê li mûçeya memûr û teqawîdan bê kirin hat dîyarkirin.
Bi eşkerekirina daneyên enflasyonê yên meha Kanûnê ya ji alîyê TUÎKê ve ferqa enflasyonê ya 6 mehan eşkere bû. Bi vê awayê rêjeya zêdekirina fermî ya memûr û memûrên teqawîd li gorê ferqa enflasyonê ya 6 mehên dawîn wek ji sedî 16,48 hat dîyarkirin. Rêjeya zêdekirina teqawidên SSK û Bag-Kurê ji sedî 15,40 hat eşkerekirin. Li gor vê yekê mûçeya herî kêm a memûran wê bibe 10 hezar û 540 lîre.