Li navçeya Eglê ya Amedê zarokek ji bo xwe hênik bike ket golê û xeniqî.
Li navçeya Eglê ya Amedê zarokek ji bo xwe hênik bike ket golê û xeniqî.
Li gor agahîyên ku hatin bidestxistin Mizgîn Kaçmaz ku 14 salî ye, ji bo xwe hênik bike berêvarkî ket golê û piştê demekî agahî jê nehat girtin. Li ser îxbarê êkîbên îtfaîye, AFAD û Tendirûstîyê çûn herêmê. Mizgîn Kaçmaz ji alîyê ekîban ve ji golê hate derxistin û wê rakirin nexweşxaneyê. Kaçmaz li nexweşxaneyê digel hemû midaxeleyan jîyana xwe ji dest da.