Derbarê îşkencekirina 4 şivanan a ji alîyê leşkeran ve ku li navçeya Licê hate kirin, li meclîsê pirsname hat pêşkêşkirin.
Derbarê îşkencekirina 4 şivanan a ji alîyê leşkeran ve ku li navçeya Licê hate kirin, li meclîsê pirsname hat pêşkêşkirin.
Parlamenterê Partîya Çepên Kesk yê Amedê Serhat Eren, ji bo Wezîrê navxwe bersivê bide, li Parlementoyê wiha pirsî, “Weke wezaret, hûn ê derbarê dîmenên îşkenceya Navçeya Licê ya Amedê hatîye kirin de lepirsînê vekin an na?
Ji ber ku wezareta we heta niha di derbarê mijarê de daxuyanîyeke fermî nedaye, dibe sedema îdiaya ku ew îşkenceyê rewa dike.
Di derbarê vê yekê de wê daxuyanîyek fermî were dayîn an na? Ji alîyê kê ve efserên qanûnê fermana tundûtûjîya keyfî û muameleya xerab li dijî welatîyan didin? Talîmata îşkence û mameleyên xerab û kêfî ji aşîyê kê ve tê dayîn?