Bi destpêkirina dibistanan xwendevanên zanîngehan serî de pirsgirêka xanî û gelek pirsgirêkên din dijîn û ji ber vê çalakîya wan “Bana me Asîman e” di roja 19’emîn de didome.
Bi destpêkirina dibistanan xwendevanên zanîngehan serî de pirsgirêka xanî û gelek pirsgirêkên din dijîn û ji ber vê çalakîya wan “Bana me Asîman e” di roja 19’emîn de didome.
Xwendevanên zanîngehan ji bo pirsgirêkên wan çareser be li gelek bajarên Tirkîyeyê bişev li park û kolanan dimînin. Xwendevên ku li Stenbolê di çalakîyê de ne daxuyanîyek nivîskî parvekirin û wiha gotin: “Berxwedana me her roj mezintir dibe. Em xwendevan berpirsên vê qeyranê nas dikin. Heta ku em mafên xwe yên bingehîn bi dest nexin, em ê têbikoşin. Em bangê xwendevanên ku pirsgirêkan dijîn dikin; tu jî were berxwedanê mezin bike.”