Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan bi daxwaza "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" cara 689'an li ber Bîrdarîya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu, hatin cem hev.
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan bi daxwaza "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" cara 689'an li ber Bîrdarîya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu, hatin cem hev. Vê hefteyê ji ber “23’ê Nîsanê Roja Zarokan” aqûbeta zarokên ku di girtîgehan de hatin windakirin, hat pirsin. Xizmên windayan, nûnerên ÎHD û sazîyên civakî beşdarî çalakîyê bûn. Berdevka Komîsyonê Nerîman Dînçkan dîyarkir ku, ji salên 90'î û vir ve di encama polîtîkayên şîdetê yên dewletê de, binpêkirinên mafan ên giran li dijî zarokan tên jiyîn. Dînçkan di berdewamîya axaftina xwe de dîyarkir ku her carê bi polîtîkayên bêcezakirinê beraat kirine. Piştê ku navê hemû zarokan hatin xwendin, daxuyanî bi çalakîya rûniştinê bi dawî bû.