Şaredarîya Bajarê Amedê, li ser daxwaz û taleba zêde ya welatîyan, guzergeha otobusên xetê yên ku di navbera navçeya Farqînê û Pira Malabadîyê de xizmetê dike, dirêj kir û ji niha û pê de wê heta herêma Badikanê xizmetê bike.

Serokatîya Daîreya Ragihandinê, ji bo gundên ku heta niha xizmeta xeta otobusê lê nehatîye kirin, ji bo hemwelatî pêdivîya xwe ya nexweşxane, perwerde, bazirganî û hatinûçûna nav bajêr guzergaheke nû vekir. Otobusa ku di navbera navçeya Farqînê û Pira Malabadîyê de xizmetê dike, ji roja Pêncşemê 12ê Çileyê pê ve, ji bo li Herêma Badikanê jî xizmetê bike hat sererast kirin.