Hat ragihandin ku li Erxenîyê xeraja navçe ya ku nû hatîye çêkirin ji bo xizmetê amade ye.
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê Abdullah Çîftçî ragihand ku li Erxenîyê ji bo ku mînîbus û otobusên hatûçûnê yên giştî xizmeteke baştir bidin welatîyan û xitmandina trafîkê kêm bibe, li Erxenîyê xeraja navçeyê ya nû tê çêkirin amade ye ku xizmetê bide welatîyan.
Xeraja Erxenîyê li ser qadeke 8 hezar çarmetir hatîye çêkirin û 504 çarmetir qadeke girtî ye, 8 cîhê firotina bilêtan, salonek rawestanê, tuwaletên mêr-jin û astengdaran, mizgeft, odeya