Hat diyarkirin ku krîza îqlîmê nexweşîyên patojenîk li dora dinyayê girantir kirîye.
Hat diyarkirin ku krîza îqlîmê nexweşîyên patojenîk li dora dinyayê girantir kirîye.
Li gor lêkolîneka nû ku li ser pêwendîya navbera nexweşî û metirsîyên encama krîza îqlîmê de hatîye kirin, germbûna gerdûnî û krîza îqlîmê bandor li ser 218 nexweşîyan kirîye. Rêxistina Tendirustîya Cîhanê (WHO) di sala 2021’an de xebatek kiribû û di xebata xwe de dîyar kiribû ku dê krîza îqlîmê di qada tendirûstiyê de xebatên berê têk bibe . Her wiha WHO diyar kir ku ji sala 2030’î heta sala 2050’î her sal ji ber nexweşîyên melarya, emel bûn, xwarina kêm û stresa germî ji normalê 250 hezaran zêdetir kes dê jîyana xwe ji dest bide.