Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Yusuf Tekîn derbarê îdîayên "Di matematîkê de hin mijar hatin rakirin" de daxuyanî da û got
"wê kêmkirin hebin, ji bo vê jî komîsyon hatin avakirin." Wezîr Tekîn derbarê îdîayên ku tê gotin di matematîkê de hin mijar tên rakirin de pirsan bersivand û wiha axivî,
"Her kes dikare tiştekî bibêje ku wê di mufredata perwerdehîya navîn de bila tune be. Tiştê ku em pê re mijûl dibin asta xwendekaran e.
Ma hewce ye ku her dersa ku divê di asta lîsansê de were xwendin, di perwerdehîya mecbûrî de were xwendin? Wê kêmkirin hebin, ji bo vê komîsyon hatin avakirin. Bi mehan e dixebitin. Di prensîbê de, mufredateke li gorê astên zarokên me wê derkeve holê.”