Wezîrê navxweyî Suleyman Soylu bêyî bersivê bide nûçegîhanê ku îdîaya "bîyanîyên di malê de" jê pirsîbû, bersiv neda û derbasbû çû.
Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê û Wekîlê Stenbolê Onûrsal Adiguzel, îdîayên ku dibêje bêyî agahîya xwedîyê malê, di nava malan de qeyda wan kesên bîyanî hatîye çêkirin, anîn rojeva Meclîsê û ji Wezîrê navxweyî Suleyman Soylu pirsîn.
Nûçegihanê Fox TVyê xwest ku ji Wezîr Soylu vê îdîayê bipirse. Wezîr Soylu bi destê xwe çenga nûçegîhan mizda û got "canêmino" û bêyî ku bersiva pirsê bide ji wir derbas bû û çû.