Wezîrê Darayî yên Îsraîlê Bezalel Smotrich got ku şerê ku ev 19 roje berdewam dike ji bo welat lêçûna rojane ya rasterast a şer milyarek şekel e û dibe ku di bûdceya salane de guhertin bên kirin.
Li gor nûçeya Reuters’ê, Wezîr Smotrîch got ku lêçûna rasterast a rojekê ya şerê Israîl-Filistînê ku ji 7ê Cotmehê ve berdewam e, ji bo Îsraîlê milyarek şêkel ango nêzîkê 246 milyon dolar e.
Smotrich di daxuyanîya xwe ya ku di radyoya artêşa Îsraîlê de hat weşandin de dîyar kir ku heta niha lêçûnên berfireh ên pevçûnan nenirxandîye. Smotrich derbarê guherîna pîleya kredîyê ya Îsraîlê ji 'îstîqrar' bû 'neyînî' ku ji alîyê S&P ve hat dîyarkirin de,
biryarê wek biryareke 'panîkê' nirxand û got, tevê alozîyê jî ew li bendê ne ku li Îsraîlê kêmasîyeke mezin çênebe.