Wezareta Karên Hundir, saetên weşana muzîkê ji nû ve dîyarkir.
Wezareta Karên Hundir, saetên weşana muzîkê ji nû ve dîyarkir. Bi biryara Wezaretê ve, weşana muzîkê ya li cihên şahîyê, wê heta saet 01:00’ê şevê dewam bike. Wezaretê, di derbarê mijarê de daxuyanî da. Di daxuyanîyê de wiha hat gotin; “Ji ber nêzîkbûna demsala havînê û çalakîya tûrîzmê, biryar hat dayîn ku dema weşana muzîkê were dirêjkirin. Weşana muzîkê heta saet 01:00’ê şevê hat dirêjkirin.”