Werzişvanên ji Amedê di Turnuvaya Karate ya Vekirî ya Çanakkaleyê ya Navneteweyî ya ku di navbera 6 û 9ê Tîrmehê de li Çanakkaleyê hat lidarxistin de madalyayên zêr û tûnc bi dest xistin.
Werzişvanên ji Amedê di Turnuvaya Karate ya Vekirî ya Çanakkaleyê ya Navneteweyî ya ku di navbera 6 û 9ê Tîrmehê de li Çanakkaleyê hat lidarxistin de madalyayên zêr û tûnc bi dest xistin.
Werzişvanên ku li Dibistanên Werzîşa Azad ên ku di bin banê Serokatîya Daîreya Ciwan û Werzîşê de dixebitin hatin keşifkirin û Kuluba Werzîşê ya Şaredarîya Bajarê Amedê, serkeftineke nû li serkeftina xwe zêde kirin.
Klûba Sporê ya Şaredarîya Bajarê Amedê, beşdarê tûrnûvaya ku li Çanakkaleyê hat lidarxistin bû, ji 58 bajaran hezar û 200 werzişvan beşdarê pêşbirkê bûn. Muhammed Enes Kizilê ku di pêşbirka 67 kîloyan ya mêran de madalyaya zêr, Nazli Bozkurt di 53 kîloyan a kumîteya jinên ciwan de madalyaya tûncê qezenc kirin.