Êrîşa li dijî Serokê Cemîyeta Rojnamegerên Bedlîsê Sînan Aygul, hat rojeva Meclîsê.
Êrîşa li dijî Serokê Cemîyeta Rojnamegerên Bedlîsê Sînan Aygul, hat rojeva Meclîsê.
Parlamenterê YSPê yê Amedê Cengîz Çandar, derbarê êrîşa li dijî Rojnameger Sînan Aygul, ji Alîkarê Serokê Giştî Cevdet Yilmaz û Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya pirsname da meclîsê.
Di pirsnameya meclisê de hat gotin, "Êrîşa li dijî Sînan Aygul li cîhana derve jî deng veda û li Tirkîyeyê li ser azadîya çapemenî û ewlehîya rojnamegeran nîqaş berdewam dikin" hat pirsîn, " ji bo careke din êrîşeke wiha ya ku rojnamegeran dike hedef neqewime hûn çi plan dikin? Ma hûn ê li dijî Şaredarê Tetwanê ku li gor raya giştî teşwîqkarê êrîşa li dijî Sînan Aygul e, lêpirsînê bidin destpêkirin an na? Hat pirsîn.