Bi merasîma ku li ber Navenda Çandê ya Alî Emîrî ya Şaredarîya Bajarê Mezin hat lidarxistin
Bi merasîma ku li ber Navenda Çandê ya Alî Emîrî ya Şaredarîya Bajarê Mezin hat lidarxistin, bi hevkarîya Midûrîyeta Giştî ya Xizmetên Gundan û Midûrîyeta Çandinîyê ya Parêzgehê ji hezar û 200 cotkaran re tovên nîskê sor ên bi sertîfîqa hatin belavkirin.
Waliyê Amedê û wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin Alî Îhsan Su, tovên nîskê sor li cotkarên Amedê belav kir.
Di merasîma belavkirina tov de Walî Su axivî û wiha got; "Bi piştgirîya Wezaret, Şaredarîya Bajarê Mezin û cotkaran li 17 navçeyan bi qasî 9 mîlyon û 666 hezar lîreyê 537 ton tovên nîskê sor ên bi sertîfîqa li hezar û 200 cotkaran Em ê belav bikin."