VEDAT BÎLGÎN: ZÊDEKIRINA ÎKRAMÎYEYA CEJNÊ NE DI ROJEVA ME DE YE
Vedat Bîlgîn, anî ziman ku zêdekirina îkramîyeya cejnê yên ji bo teqawîtbûyîn tên dayîn, di rojeva wan de nîne.
Vedat Bîlgîn, anî ziman ku zêdekirina îkramîyeya cejnê yên ji bo teqawîtbûyîn tên dayîn, di rojeva wan de nîne. Wezîrê Xebat û Ewlehîya Civakî Vedat Bîlgîn, di televîzyona NTV de bersiv da pirsên Ahmet Ergen. Bîlgîn di derbarê îkramîyeyên teqawîtbûnê û bendewarîyên ji bo zemê de jî wiha got: "Di rojeva me de zêdekirina îkramîyeya cejnê nîne. Berîya cejnê di navbera 28-29ê Nîsanê de wê wek 1100 lîre bê dayîn."