Turk-Îş ragihand ku di meha Berfanbarê de xeta feqîrîyê 47 hezar lîreyê derbas kirîye.
Turk-Îş encamên lêkolîna birçîbûn û feqîrîyê ya meha Berfanbarê eşkere kir.
Li gorê daneyên Turk-Îş, xeta birçîbûnê 14 hezar û 431 lîre ye, xeta feqîrîyê jî derket 47 hezar û 9 lîreyan.
'Lêçûna jîyanê' ya karmendekî ezeb mehê bû 18 hezar û 796 lîre.
Zêdebûna lêçûna herî kêm a ji bo "xwarinê" ya malbateke 4 kesî ya li Enqereyê li gor meha borî ji sedî 2,89 zêde bû. Rêjeya guherîna 12 mehan di lêçûnên xwarinê de ji sedî 77,50 bû.