TUM-BEL SEN: LI ŞAREDARÎYÊN QEYÛMÊ MOBBÎNGÊ LI SER JINAN ZÊDE DIBIN
Meclisa Jinan a Hemî Sendîkaya Kedkarên Şaredarî û Rêveberîyên Herêmî, (TUM-BEL SEN) ji bo balê bikişîne ser mobbînga ku li şaredarîyên Amedê li xebatkarên jin tê kirin, daxuyanîyeke çapemenîyê da.
Meclisa Jinan a Hemî Sendîkaya Kedkarên Şaredarî û Rêveberîyên Herêmî, (TUM-BEL SEN) ji bo balê bikişîne ser mobbînga ku li şaredarîyên Amedê li xebatkarên jin tê kirin, daxuyanîyeke çapemenîyê da. Di daxuyanîyê de wiha hat gotin; “Mobbînga li dijî personelên jin ên li şaredarîyên qeyûman her ku diçe sîstematîktir dibe. Yên hatine tayînkirin ku nikarin îradeya jinê ya di qada giştî de qebûl bikin, bi desteserkirina mafên kedkarên jin polîtîkaya tirsandinê dimeşînin. Em careke din diqîrin ku zextên psîkolojîk, tacîz û her cure mobbîng li ser jinên kedkar nayên qebûlkirin.”