Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyeyê (TUÎK) îstatîstîkên hêza kar a meha tîrmehê eşkere kir.
Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyeyê (TUÎK) îstatîstîkên hêza kar a meha tîrmehê eşkere kir.
Li gor vê, hejmara bêkarên ku emrê wan 15 û jê mestirin, di tîrmehê de li gor hezîranê 38 hezar kes kêm bû, û bû 3 milyon û 291 hezar kesan.
Rêjeya bêkarîyê jî 0,2 pûan kêm bû û ji sedî 9,4an de pêk hat.
Rêjeya bêkarîyê ji bo zilaman ji sedî 7,6 e, ji bo jinan jî wek ji sedî 12,9 hat texmînkirin.
Di meha borî de rêjeya bêkarîya ciwanên navbera 15-24 salî li gor meha pêşîyê 0,3 puan kêm bû û bû ji sedî 18.