Şirîkatîya Neftê ya Tirkîyeyê (TPAO) li Sêrtê ji bo 5 salan destûrnameya lêgerîna petrolê wergirt.
Şirîkatîya Neftê ya Tirkîyeyê (TPAO) li Sêrtê ji bo 5 salan destûrnameya lêgerîna petrolê wergirt.
Biryara Wezareta Enerjî û Çavkanîyên Xwezayê ya Midûrîyeta Giştî ya Karûbarên Maden û Neftê ya derbarê mafê lêgerîna neftê de di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Bi vê biryarê ji bo li 5 qadên bajarên curbecur li neftê bigerin destûrnameya lêgerîna neftê dide Şirîkatîya Neftê ya Tirkîyeyê. Şirîkatîya Petrolê ya Tirkîyeyê wê li Sêrt, Şirnex, Amasya û Samsûnê bi qasê 5 salan li 5 qadan li neftê bigere.