Pêkhateyên Tora Têkoşîna Dijî Tundîyê ya Amedê, li Komeleya Jinan a Rosa hatin cem hev û li ser zêdebûna kuştina jinan, mirina bi guman a jinan, dûrxistina keçan a ji perwerdeyê û gotinên nefretê, daxuyanî dan çapemenîyê.

Hevseroka Komeleya Şopandin û Lêkolîna Koçberîyê ya Mezopotamyayê Gulan Onkol, dîyar kir ku ew dest ji têkoşîna xwe bernadin û wiha got; “Weke sazîyên li Amedê, li dijî her cure tundîya li ser jin, LGBTI+yan û zarokan em têdikoşin û di vê serdemê de hewl tê dayîn bên bêdengkirin û darizandin, em li vir bang dikin: Em dest ji mafên xwe û têkoşîna xwe bernadin.”