Lijneya Kordînasyona Bajêr a Amedê (LKB) ya Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) derbarê zêdekirina kirêyan a piştê erdhejên li Mereşê çêbûn û bandor li 11 bajaran kir û pêşniyarên çareseriyê li Şaxa Odeya Avahîsazan civîna çapemeniyê li dar xist.

Hevserokê Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê Ferît Kahraman ê ku di civînê de axivî, bal kişand ser zedekirina kirêyan a bêkontrol ya li herêmên erdhejê. Kahraman, diyar kir ku heman rewş li Amedê jî heye û wiha got: “Beriya erdhejê gelek erd, zevî, mal, kargeh, buro/ofîs ên firotinê û bikirê hebûn lê piştî erdhejê ji îlanan hatin rakirin û piyasaya bazara reş ava bû. Bi van zêdebûnên bêkontrol, kirariyên kirîn û firotinê li ser bedelên rast nehatiye kirin.”
Kahraman, diyar kir ku divê mudaxele li zêdekirina kirê ya bêkontrol bê kirin û xwest ji bo pêşî li zêdekirinan bê girtin buroyên kontrolkirina kirê bên avakirin