Desteya Koordînasyona Bajêr a Yekitîya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) a Amedê têkildarî firotina 4 parselên li taxa Dokuzçeltîk a Amedê ku ji alîyê qeyûmê Şaredarîya Bajarê Nû ve tê firotin, civîna çapemenîyê li dar xist.

Hevberdevka ÎKK’a TMMOB’a Amedê Songul Aytek dîyar kir ku qeyûmê Şaredarîya Bajarê Nû dê bi firotina 4 parselan xelkê ji cihê wan bike û pêşkêşî sermayedaran tê kirin.
Hevberdevka ÎKK’ya TMMOB’a Amedê Songul Aytek dîyar kir ku bi sedan dikan û xanîyên welatîyan li wan parselan hene û li dijî firotina parselan li dadgeha îdareyê doz hatîye vekirin. Aytek da zanîn ku her çar parsel ji 50 doniman pêk tê û ev yek tê wateya ku xelkê ji cihê wan bike. Aytek anî ziman ku wê têkoşîna xwe ya huqûqî berdewam bikin.