Hat dîyarkirin ku li Amedê di bendavên ku hewcedarîya ava vexwarinê, enerjî û avdana çandinîyê dabîn dikin de rêjeya tijebûnê zêde bûye
Midûrîyeta Herêma 10emîn a Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) daneyên tijebûna bendavên Amedê parve kir.
Li gorê daneyên DSÎ'yê hat dîyarkirin ku tijebûna bendavên ku pêdivîyên bajêr ji ava vexwarinê, enerjî û avdana çandinîyê pêk tînin li gor par zêde bûye.
Hat dîyarkirin ku sedema zêdebûna rêjeya tijebûnê bandora barana zêde ya li Amedê ye.