Tifaqa Azadî û Demokrasîyê ya Kurd ragihand ku ew ê di hilbijartinên Serokkomarîyê de piştgirîyê bidin namzetê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû.
Tifaqa Azadî û Demokrasîyê ya Kurd ragihand ku ew ê di hilbijartinên Serokkomarîyê de piştgirîyê bidin namzetê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû.
Daxuyanîya tifaqê bi sernavê "Ji bo guhertin û asayîbûnê em ê dengê xwe bidin Kemal Kiliçdaroglû" hat weşandin.
Di daxuyanîyê de wiha hat gotin, “Ji bo Tirkîye ji vê zîhnîyeta kêfî, otorîter û antî-kurd rizgar bibe gelekî girîng e.
Hilbijartinên ku di 14’ê Gulanê de bên kirin, firsendeke ji bo rizgarbûna ji rejîma mêtinger û hovane.
Em ê dengê xwe bidin namzetê serokomarîyê Kemal Kiliçdaroglu, ji bo ku Tirkîye bikeve pêvajoyeke guhertin, asayîkirin û demokrasîyê. Soza birêz Kiliçdaroglu ya ji bo li parlamentoyê çareserkirina pirsgirêka kurd girîng e.