Ji ber rageşiya navbera Îran û Îsraîlê û girtina qada hewayî ya welatên cîran seferên Rêhewayên Tirk (THY) û Rêhewayên Pegasus ên îşev û sibe yên Îran, Urdun, Iraq û Lubnanê hatin betalkirin.
Ji ber rageşiya navbera Îran û Îsraîlê û girtina qada hewayî ya welatên cîran seferên Rêhewayên Tirk (THY) û Rêhewayên Pegasus ên îşev û sibe yên Îran, Urdun, Iraq û Lubnanê hatin betalkirin.
Li gor zanyariyên bi dest ketine, her du kompaniyên asmanî ji ber aloziya navbera Îran û Îsraîlê û girtina qada esmanî ya welatên cîran hemû geştên xwe yên bo Îran, Urdun, Iraq û Lubnanê ku ji bo îşev û sibê hatibûn plankirin betal kirin. ber bi herêmê ve vegeriyan Stenbolê.
Hat diyarkırın ku seferên THYyê yên bi pîqema TK 872, Stenbol-Tehran, TK 892, Stenbol-Îsfahan, TK 884, Stenbol-Şîraz, TK 888, Stenbol-Meşhed jî rê guherandin û vegeriyan Stenbolê.
Her wiha seferên AJet û Pegasus Airlines ên Îran û Iraqê yên ku ji Balafirgeha Sabiha Gokçen a Stenbolê diçûn jî hatin betalkirin, balafirên ku ber bi van welatan ve diçûn ber bi Erzirom, Amed, Elezîz û balafirgehên derdorê ve hatin birin.