Sedema dûrxistina Amedê ji projeya otobanan ji wezaretê hat pirsîn.
Sedema dûrxistina Amedê ji projeya otobanan ji wezaretê hat pirsîn.
Parlamenterê CHP'ê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû dîyar kir ku di projeya otobanan a salên 2023-2035'an de Amed ji şebekeya otobanê hatîye derxistin û ji Wezîrê Gîhandin û Binesazîyê Abdulkadîr Uraloglu xwest ku bi nivîskî bersivê bide ka sedema vê yekê heye yan na.
Tanrikûlû ji Wezîr Uraloglu van pirsan pirs kir; “di projeya şebekeya otoban a 2023-2035an a Wezareta Gîhandin û Binesazîyê de sedema derxistina Amedê çîye? Wezareta we derbarê projeya girêdana otobana Amedê de wê bi lez û berbiçav gavbavêje? Ji bo çareserkirina pirsgirêka otoban a Amedê û projeyên têkildar wê Wezareta we demildest, bi bandor û berbiçav tedbîran bigire?
Pereyên ku Wezareta Gîhandin û Binesazîyê di butçeya sala 2023an de ji bo Bajarê Amedê hatîye veqetandin bi tevahî çikas e? Ev mîqdara veqetandinê ji bo kîjan tiştan hatîye bikar anîn?"