Parlamenterê CHP'ê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû, piştê ku ji ber daxuyanîyên xwe yên li dijî Hêzên Çekdar ên Tirk, ji alîyê Berdevkê CHP'ê Faîk Oztarak ve hat hedefgirtin, di axaftina xwe ya li kongreya Bajar a Stenbolê de, Navenda Giştî û rêveberên CHP sûcdar kir.

Tanrikûlu navan bi lêv nekir û wiha got, “Ez herî dawî hatim lînçkirin, lînçkirina min berdewam dike, lê kesên ku ji vê rewşê rê amade kirine jî nas dikim. Wan min avêtin ber guran.
Hema wek gotin ew ne parlamenterê me ye. Ez ê li vir navan nebêjim, lê bizanin ku dilê min tije ye. ‘Di îfadeya xwe de dema behsa min kirin, gotin ‘Parlamenterê Amedê’, nikaribûn bêjin ‘Parlamenterê me’ jî.”