Derbarê Mermera Amedê ya ku di înşeatên TOKÎ'yê de nayê bikaranîn, pirsnameyek pêşkeşê Meclîsê hat kirin.
Derbarê Mermera Amedê ya ku di înşeatên TOKÎ'yê de nayê bikaranîn, pirsnameyek pêşkeşê Meclîsê hat kirin.
Parlamenterê CHP'ê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû, ji bo ku Wezîrê Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê Mehmet Ozhasekî bersiva bide pirsname pêşkeşê Serokatîya Meclîsê kir. Tanrikûlu dîyar kir ku di projeya şênîyên erdhêjê de di warê bikaranîna Mermera Amedê de pirsgirêk hene û wiha got: “Nimûneyên xerab ên ku di hin projeyên berê hatibûn kirin û eslê wan nedîyare hatin bikaranîn wek Mermera Amedê hatin binavkirin û nêrînek nebaş çêbû
. Amed di cîhanê de hewzeyeke girîng a mermer e û hinardekirina wê bo Ewropa, Amrîka, Awûstûrya, Rojhilata Navîn, Çîn û Hindîstanê tê kirin. Mermera Amedê çavkanîya madeya xam a bi dehan kargehên li Amedê û bajarên derdorê ye û ji bo bi deh hezaran karmendan îstîhdamê diafirîne." Tanrikulu pirs kir ku çima Mermera Amedê ku îxracî gelek welatan tê kirin ji alîyê TOKÎ ve nayê tercîhkirin.