Parlamenterê CHP'ê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû, îdia kir ku di dayîna kredîya mexdûrên erdhêjê ya esnafan de, ji bo esnafên Amedê cûdaxwazî tê kirin.
Parlamenterê CHP'ê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû, îdia kir ku di dayîna kredîya mexdûrên erdhêjê ya esnafan de, ji bo esnafên Amedê cûdaxwazî tê kirin.
Tanrikûlû, di civîna çapemenîyê ya li Meclisê de got, “Ji bo esnaf û sinetkarên ku di erdhêjên Mereşê de û piştê erdhêjê li bajarên wek herêmên afetê hatine îlan kirin û kar û barên wan zirar dîtine, dayîna kredîya ku ji alîyê Halk Bankê ve hatibû bikaranîn, ji bo 6 mehan dîsa bê faîz hat demdirêj kirin.
Lê belê Esnafên Amedê daxilê vê yekê nehatîye kirin.” Tanrikûlû, bibîrxist ku bajarê Amedê jî di nav herêma afetê de ye û wiha berdewam kir, “Ger esnafên Amedê deyndarê Halk Bankê bin, wê deynê wan ê kredîyê neyê taloq kirin. Ez vê cûdaxwazîya li esnafên Amedê hatîye kirin, şermezar dikim.