Rayedarekî Îsraîlî dîyar kir ku Îsraîl wê hêzên xwe yên zêde ji Gazeyê vekişîne û bi operasyonên taybet û sînordar li dijî Hamasê şer bike.
Rayedarekî Îsraîlî dîyar kir ku Îsraîl wê hêzên xwe yên zêde ji Gazeyê vekişîne û bi operasyonên taybet û sînordar li dijî Hamasê şer bike.
Rayedarekî Îsraîlî, ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji rojnameya Reutersê re got ku Îsraîl difikire ku hin hêzên xwe yên leşkerî ji Gazeyê vekişîne û şêwaza şerê xwe veguhezîne operasyonên sînordar li dijî hin enîyên Hamas û ji bo ku aborî baş bibe û vegerîna jîyana normal pêk were, biryar dane ku beşek ji hêzên xwe yên zêde ji qada şer vekişe.