STADYUMA AMEDÊ WÊ NÛJEN BIKIN
Midûriyeta Parêzgeha Ciwan û Werzîşê ya Diyarbekirê xwe amade dike ku Stadyuma Diyarbekirê ya ku zemîna wê xirab bûye biparêze
Midûriyeta Parêzgeha Ciwan û Werzîşê ya Diyarbekirê xwe amade dike ku Stadyuma Diyarbekirê ya ku zemîna wê xirab bûye biparêze. Rêveberên Midûriyeta Şaxa Ciwanî û Werzîşê ya Parêzgehê bi rêveberên Amedspor û Diyarbekirsporê re hatin cem hev û nîqaş kirin ku di zivistanê de wê nikaribin pêşbirkên xwe bi cih bînin û divê erd were xêzkirin. Biryareke hevpar hat dayîn ku maçên demê li cihekî din, bi maweya mehekê bilîzin. Amedspor dê hefteya 8emîn û Diyarbekirspor jî hefteya 9emîn bê lîstin. Ger stadyum were guheztin û xebat mehekê bidome dê her du tîm li cîhek din bilîzin. Tê payîn ku mijar di nava çend rojan de bi dawî bibe.