Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên duh bi şev ên li ser Şerîda Gazeyê da bi dehan Filistînî ku piranîya wan jin û zarok e, hatin kuştin
Li gor nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFAyê, hêzên Îsraîlê di roja 155emîn a êrîşên xwe de ji hewa, bejahî û deryayê li deverên curbecur ên Şerîda Gazeyê berdewam kirin.
Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li dijî Kampa Penaberan a Cîbelîya, herêma Dêra Belah, Xan Yûnis û Taxa Zeytûnê yên Şerîda Gazeyê ji şevê heta sibê de herî kêm 37 kes ku piranîya wan zarok û jin e, jîyana xwe ji dest dan û zêdeyê sed kes jî birîndar bûn.