Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser herêma Cibalîya ya li bakurê Şerîda Gazeyê de herî kêm 100 kes mirin.
Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser herêma Cibalîya ya li bakurê Şerîda Gazeyê de herî kêm 100 kes mirin.
Li gor nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFAyê, rayedarên tenduristîyê yên li Şerîda Gazeyê dîyar kirin ku di êrîşên ku artêşa Îsraîlê li herêma Cibalîyayê kirin de herî kêm 100 kes mirin û zêdeyê 20 kes jî birîndar bûn. Rayedarên tenduristîyê dîyar kirin ku herî kêm 100 kes di bin xirbeyan de mane.