Îsraîl ragihand ku roketeke ku ji Gazeyê hatîye avêtin ji alîyê pergalên parastina hewayî ve hatîye îmhakirin.
Di daxuyanîya nivîskî ya Îsraîlê de hat ragihandin ku sîrenên hişyarîyê yên li wargehên li ser sînorê Gazeyê hatine lêdan û roketeke ku ji Gazeyê hatîye avêtin li hewayê hatîye îmhakirin.
Derbarê mijarê de hê ji alîyên Filistînê tu daxuyanî nehatine dayîn. Agirbesta 7 roj a ku di navbera Îsraîl û Hemasê de pêk hatibû îro li gor demjimêra Tirkîyeyê di saet 08:00an de bi dawî bû.