Karsazê ji Amedê û Endamê Lijneya Rêveberîya CHPê ya Amedê Îsmaîl Akyil ragihand ku ew ji CHPê namzedê parlamenterîyê ye. Îsmaîl
Karsazê ji Amedê û Endamê Lijneya Rêveberîya CHPê ya Amedê Îsmaîl Akyil ragihand ku ew ji CHPê namzedê parlamenterîyê ye.
Îsmaîl Akyil ku herî dawî ragihandibû ku wî ji endamtîya Lijneya Rêveberîya CHPê ya Amedê îstifa kirîye û namzedê parlementerîyê ye, îro di bernameya ku li dar xist de namzetîya xwe eşkere kir. Akyil di bernameyê de axivî û wiha got; "Ez ji bo aştîya civakî, ji bo çareserîya pirsgirêka Kurd, ji bo parvekirina dahatê ya adil, ji bo demokrasî û azadîyan namzet im." Serokê CHPê yê Amedê Abdullah Atik di bernamê de axivî û diyar kir ku ji malbat û hevalên Akyil 2 hezar û 500 kes bûn endamên CHPê. Piştê axaftina Atik û Akyil, nîşana CHP'ê dan endamên nû yên CHP'ê.