Li Rihayê di siwareya ku ji ber sureta zêde li refûja nava rê qelibî de kesek birîndar bû.
Li Rihayê di siwareya ku ji ber sureta zêde li refûja nava rê qelibî de kesek birîndar bû.
Do bi şev derdora demjimêr 23.30an de li ser Rêya Riha-Amedê ya li Halîlîyeya Rihayê, siwareya ku tê îdiakirin ji ber sureta zêde ji kontrolê derket, û li refuja nava rê qelibî.
Ajokarê ku ji ber tesîra qezayê di siwareyê de asê mabû, bi alîkarîya welatîyên derdorê ji siwareyê hat derxistin. Ajokar ê birîndar ji alîyê ekîbên tenduristîyê yên ku şandin cihê qezayê ve rakirin nexweşxaneyê.