Her roj li bihayên neftê zem li ser zemê tê kirin.
Piştê herba Rusya û Ukrayna pêlên bihayê petrolaa brentê jî didome. Li alîyê din jî nûçeyên bihabûn û erzanbûna benzîn û motorînê tim û daîm diguhere. Wekê tê zanîn do ji nîvê şevê û pê de li benzînê 74 quruş, li motorînê jî lireyek û 39 quruş zem hatibû kirin.
Li gor agahîyên ku ji çavkanîyên sektora têkildar hatine bihîstin, îşev dîsa zem tê kirin. Ji 7ê Cotmehê û pê de lîreyek û 53 quruş zem li bihayê motorînê tê kirin. Li gor tê diyar kirin ji bo bihayê benzînê qala zemê nehatiye kirin.